HUNERMENDÊN EFRÎNÎ: TABLOYÊN KU EM XÊZ DIKIN ÊŞA KOÇBERIYÊ VEDIBÊJIN
Hunermendên Efrînî dibêjin, Tabloyên ku ew xêz dikin Êşa Koçberiyê vedibêjin.
Her wiha diyar dikin ku tevî koçberiyê û Derfetên Kêm, wan dest ji Hunera xwe bernedane.
Tevî koçberkirina bi darê zorê ya gelê Efrînê û mayîna wan li kantona Şehbayê, li hember Dorpêçê û Kêmderfetan, li ber xwe didin.
Li Kantona Şehbayê hunermendên Efrînî karîbûn çanda xwe di hemû aliyan de nîşan bidin, bi taybetî jî di aliyê Wênexêziya derbirîner de.
Hevseroka Komîna Wênexêziyê ya Kantona Şehbayê Sebah Elî diyar kir ku Tabloyên ku ew xêz dike êşa Koçberiyê vedibêjin.Her wiha Wênexêz û Endama Komîna Wênexêziyê Berfîn Ehmed jî dibêje ku tevî koçberiyê û Derfetên Kêm, wê dest ji Hunera xwe bernedaye.
Hunermendên Efrînî diyar dikin ku mayîna wan li kampan û berxwedana li hember dagirkeriyê bi rêya israra vegerê û rizgarkirina xaka dagirkirî, yekane hêza têkbirina siyasetên dewleta Tirk a dagirker e.