Kanala ROJAVA TV

TIRKIYÊ BI DARÊ ZORÊ PENABERÊN SÛRÎ DIŞÎNE HERÊMÊN DAGIRKIRÎ

Têkildarî daxuyaniyên berdevkê wezarata karê derve ya DYA ku derxistina paberan ji Tirkiyê ber bi Efrîn ve guhartina demografîk çênake, Endamên partiyên siyasî yên herêma firatê diyar kirin ku, dewletên cîhanê kiryar û guhartina demokrafîk ya ku li efrînê pêk tên paşguh dikin.

Ji 2018 an ve, li Efrîna dagirkirî guhartina demografîk ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve pêk tê.

Dewleta tirk a dagirker darên zeytûnan ên xelkên resen yên li herêmê dibire û li şûna wan avahiyên mîtîngeriyê ava dike.

Têkildarî daxuyaniyên berdevkê wezarata karê derve ya DYA ku derxistina paberan ji Tirkiyê ber bi Efrîn ve guhartina demografîk çênake, Endamê partiya Sûriya Pêşeroj li herêma firatê Ferhan Hac Îsa nirxandin kir.

her wiha Endama encûmena gîştî ya Partiya Yeketiya Demokratîk PYD Zozan Muslim got, Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî malbatên resen dide koçberkirin û li şûna wan malbatên çeteyan bi cih dike.

Dewleta Tirk a dagirker bi darê zorê penaberên sûrî yên li Tirkiyê ber bi herêmên dagirkirî ve wek Serêkaniyê, Girê Spî û Efrîn ve dişîne.

li gorî şîrovekarên siyasî yên li herêmê, şandina penaberên sûrî bi darê zorê, sûcekî li dijî gelê Sûriyê ye.