Kanala ROJAVA TV

SIYAMEND ELÎ: ARMANC JI ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ, QIRKIRINA GELÊ KURD E

Têkildarî êrîşa Dewleta Tirk a li dijî erebeyekê li ser Riya Qamişlo-Amûdê de, Rêveberê navenda ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê Siyamend Elî ji Rojava Tv re nirxandin kir û got: “Armanca Dewleta Tirk Qirkirina gelê Kurd e”.
Siyamend Elî anî Ziman ku êrîşa li dijî pêşeng û şervanên QSD’ê di 9’emîn salvegera Komkujiya Şengalê pêk hat.
Her wiha Elî bal kişand ser wê yekê ku peyama dewleta Tirk di hedefgirtina pêşeng û şervanên ku Şerê çeteyên DAIŞ’ê kirine, berdewamkirina qirkirina gelê Kurd û pêkhateyên herêmê ye.
Rêveberê navenda ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê Siyamend Elî Destnîşan kir ku Dewleta Tirk a dagirker Piştgiriya Komên Terorîst dike.