BILINDBÛNA NIRXÊ DOLLAR BANDOREKE MEZIN LI ABORIYA HERÊMÊ DIKE
XELKÊN KOBANÊ: PEREYÊN SÛRÎ LI HEMBER DOLLAR NIRXÊ XWE WENDA KIRIYE
Derbarê bilindbûna nirxê Dollar li hember Leyreya Sûrî xelkên bajarê Kobanê ji Rojava Tv re axivîn.
Xelkên Kobanê diyar kirin ku pereyên Sûrî nirxê xwe li hembee Dollar winda kiriye, her wiha gotin ku ji ber buhabûna kel û pelan xelk destvala ji dikanan derdikevin.
Bilindbûna nirxê Dollarê Amerîkî li hember Leyreya Sûrî bandorek mezin li aboriya herêmê kiriye.
Bi vê yekê re nirxê kel û pelan bilind bûye û liv û tevgera di nava bazaran de kêm dibe, tenê pêdiviyên pêwîst yên rojane têne kirîn. Xelkên herêmê li hember vê yekê bê zar mane.
Xelkên bajarê Kobanê diyar kirin ku pereyên Sûrî li hember Dollar nirxê xwe wenda kiriye.
Her wiha xwediyê dikana cilan dibêjin pirê caran xelk derbasî dikanê me dibin lê ji ber buhabûnê destvala derdikevin.
Xwediyên dikanan anîn ziman ku ji ber bilindbûna nirxê Dollar xelk neçar dimînin tiştên herî erzan bikirin.
Di roja me ya îro de her Dollareke Amerîkî zêdetirî 12 Hezar L.S dike.
Rojane jî nirxê Dollar buha dibe û kêm nabe.
Xelkên Herêmê êdî nema dikarin normal jiyana xwe derbas bikin, zimanhalê xelkê ew e “wê kengî ferece vebe”.