Kanala ROJAVA TV

LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK BERTEKÊN TUND DERDIKEVIN HOLÊ

KEMAL AKIF- BERDEVKÊ GERÎNENDEYA TÊKILIYÊN DERVE A RÊVEBERIYA XWESER

Berdevkê gerînendeya têkiliyên derve ya Rêveberiya Xweser Kemal Akif ji rojava Tv re diyar kir ku êrîşîn Tirkiyê yên li dijî herêmê rê dide ku DAIŞ careke din xwe zindî bike.

Têkildarî zêdebûna êrîşên dewleta tirk a dagirker li dijî herêmên bakur û rojhilatê sûriyê,Berdevkê gerînendeya têkiliyên derve ya Rêveberiya Xweser Kemal Akif ji rojava Tv re nirxandin kir

Kemal Akif diyar kir ku armanc ji zêdebûna êrîşan têkbirina projeya demokratîk ya li bakur û rojhilatê sûriyê ye.

Her wiha Akif di beşekî din a nirxandinên xwe de anî ziman ku êrîşîn li dijî herêmê rê dide DAIŞ ku careke din xwe zindî bike.

Hemwextî ku Rêveberya xweser biryara darizandina girtiyên DAIŞ’î yên biyanî kir, êrîşên dagirkeriyê li dijî herêmên bakur û rojhilatê sûriyê zêde bûne.

Tirkiyê di êrîşên xwe de rasterast sivîlan û navendên xizmetê yên li herêmê dike hedef.