Kanala ROJAVA TV

CIWANÊN KOBANÊ TECRÎDA LI DIJÎ RÊBER APO ŞERMEZAR DIKIN

NADYA AXAZÎ - CIWANEKE KOBANÊ

Ciwanên Kantona Kobanê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker ji belavbûna fikr û felsefeya rêber APO ditirse, lewma tecrîdê ferz dike.
ciwanan soza têkoşînê heta azadiya rêber APO dan.

Ji 25’ê Adara 2021’an ve agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin, her wiha dewleta tirk bi behaneyên bêbingeh cezayên displînê li dijî Rêber Abdullah Ocalan ferz dike.

Li dijî tecrîd û gefên li ser Rêber Abdullah Ocalan, ciwanên kantona Kobanê ji Rojava Tv re axivîn û bertek nîşan dan.

Ciwana bi navê Nadya Axazî diyar kir ku ew li ser rewşa tendirustî ya Rêber Ocalan bi fikarin.

Her wiha ciwanê bi navê Elî Ehmed anî ziman ku dewleta tirk dixwaze di kesayeta rêber APO de, gelê Kurd û fikrê Netewa Demokratîk qir bike.

15’ê Sibata 1999`an , di encama Komployeke Navneteweyî de, Rêber Abdullah Ocalan hat revandin û radestî dewleta Tirk a dagirker hat kirin.

Ji wê demê ve û heya niha, tecrîda li dijî rêber Ocalan roj bi roj zêde dibe.

Ev yek jî li pêş çavê cîhanê dibe , ku li himber van kiryaran xwe ker û lal dike.