Kanala ROJAVA TV

KOORDÎNASYONA JINAN A RÊVEBERIYA XWESER CIVÎNA XWE YA NÎVÊ SALÊ LI DAR XIST

Koordînasyona jinan a sûriyê doh civîna xwe ya 6 mehan lidarxist û têde gelek mijar nîqaşkirin ji wan mijaran projeyên jin ên salê , astengiyên li ber jinan û bandora aloziya sûriyê li ser wan
Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya 6 mehan li hola civînan a encumena Rêveber a Rêveberiya Xweser li dar xist
Di civînê de seroka Desteya Rêveber a (MSD) Îlham Ehmed axivî got: “Me nirxandibû ku dosyaya Sûriyê tê cemidandin û çareserî hatin astengkirin. Çareserî heye lê astengî li ser asta herêmî yan jî xwecih û navneteweyî heye.
paşê rapora 6 mehan a her herêmekê hate xwendin û rewşa rêxistinî ji aliyê beşdaran ve hate nirxandin

Her wiha di civînê de astengiyên li beranber jinan hatin nîqaş kirin

Amarê tundî û sûcên li dijî jinan ku di daxuyaniyê de hatin eşkere kirin wiha ne ,25 bûyerên kuştina jinan, 18 zewicandina zarokan, 104 bûyerên pirbûna jinan, 19 bûyerên xwekuştinê, 23 hewldanên xwekuştinê, 9 bûyerên destavêtinê, 25 destdirêjî, 13 fihûş, 5 xiyaneta zayendî, 12 bikaranîn narkotîkê.