Kanala ROJAVA TV

ŞÊNIYÊN QAMIŞLO CENAZEYÊN ŞERVANÊN HÊZÊN ERKA XWEPARASTINÊ OXIR KIRIN

Şêniyên kantona Qamişlo cenazeyên şervanên Hêzên Erka Xweparastinê, Ibrahîm Mislet û Subah Sedûn li Goristana Şehîd Ismaîl a Amûdê oxir kirin.
Her du şehîd, di êrîşa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li gundê Xerbî Xoyî yê navçeya Amûdê di 28’ê Tîrmehê de şehîd bûbûn.
Bi hezaran pêkhateyên navçe, bajarok û gundên kantona Qamişlo, nûnerên saziyên leşkerî, ewlehî, siyasî, sivîl û perwerdeyê yên herêma Cizîrê tev li merasîma oxirkirinê bûn.
Di merasîmê de endamê Encumena Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Ebdulbasit Elî axivî û bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê.
Ebdulbasit Elî got: “Guneha vî zarokî çi ye, bi çi sûcî gelê me bi van êrîşên hovane tên kuştin. Gelê me bi hezaran şehîd da û serî netewand. Ji me tê xwestin ku em dev ji şehîdên xwe bernedin”.
Ji fermandarên Encumena Leşkerî ya Amûdê Mihemed Seîd Ferso axivî û tevahî şehîdên azadiyê di kesayeta şehîd Ibrahîm û Subah de bi bîr anîn û sersaxî da malbatên şehîdan.
Piştre Encumena Malbatên Şehîdan wesîqeyên şehadeta her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin. Di dawiyê de girseya gel cenazeyê her du şehîdan li Goristana Şehîd Îsmaîl a navçeya Amûdê veşartin.