Kanala ROJAVA TV

YEKÎTIYA PARÊZERAN, BUROYA JIN A TEV-DEM Û KONGRA STAR TECRÎDA LI DIJÎ RÊBER APO ŞERMEZAR KIRIN

Yekîtiya Parêzerên Herêma Cizîrê û Endamên Buroya Jin a TEV-DEM û Kongra Star bi daxuyaniyekê tecrîda giran a li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Daxuyanî bi beşdarbûna Endamên Jin ên Yekîtiyê û Endamên Buruya Jin a TEV-DEM û Kongra Star li pêş Encumena Dadmendiya Civakî ya li bajarê Qamişlo hate xwendin.
Di daxuyanîyê de hat gotin ku tecrîda heyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan berdewamiya komploya 15’ê Sibatê ye û ev tecrîd sûceke dij mirovî ye.
Her wiha dewleta Tirk bi behaneya Cezayên Dispilînê tecrîda li dijî Rêber Apo girantir dike.
Di daxuyaniyê de bêdengiya civaka navneteweyî û CPT a li beramberî tecrîdê hate rexnekirin û li ser navê parêzerên jin û endamên tevgera jinan ji civaka navneteweyî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hate kirin.
Daxuyanî bi dirûşmeya ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawÎ bû.