LI HESEKÊ 5 ŞEHÎD BI MERASÎMEKÊ HATIN OXIRKIRIN
Bi hezaran xelkên Hesekê cenazeyê 4 şervanên YPJ’ê ku di qezeyekê de dema erka xwe pêk dianîn şehîd bibûn oxir kirin.
Her wiha cenazeyê welatiya bi navê Weid El Xelûf jî ku di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû, veşartin.
Di merasîmê de li ser navê Encumena Malbatên Şehîdan a Hesekê axaftin hatin kirin û hate gotin: “Jinan li herêmê roleke herî girîng di parastina destkeftiyên şoreşê û pêkhateyên herêmê de lîst”.
Her wiha li ser navê YPJ’ê jî axaftin hatin kirin û soza Şopandina riya Şehîdan hate dayîn.
Paşê cenazeyên şehîdan di nav tilîliyên dayikan de hatin veşartin.