Kanala ROJAVA TV

DEM NÊZ DIBE 9 SAL DI SER ÊRÎŞA DAIŞ’Ê LI DIJÎ ŞENGALÊ RE DERBAS BIBIN

Hevserokê Yekîtiya Êzidiyên Efrîn û Şehba Silêman Cafer têkildarî 8’emîn salvegera fermana 74’an a li ser Civaka Êzidî ji RojavaTV re axivî û got, armanca çeteyên DAIŞ’ê ji êrîşa 3’ê Tebaxê qirkirina civaka êzidî bû.

Çeteyên DAIŞ’ê bi armanca qirkirina Civaka Êzidî 3’ê Tebaxa sala 2014’an bi hovîtyeke mezin berê xwe dan Şengala Başûrê Kurdistanê.

Çeteyan li wir komkujiyên mezin li dijî Êzidiyên Şengalê pêk anîn û bi hezaran jinên êzidî revandin.

Wê demê ku qaşo PDK’ê rêveberiya Şengalê dikir ji bo parastina yek êzidîyî yek gule li beramberî çeteyên DAIŞ’ê berneda û bi ser de jî ji wir reviyan û Civaka Êzidî bi tenê hiştin.

Di derbarê mijarê de Hevserokê Yekîtiya Êzidiyên Efrîn û Şehbayê Silêman Cafer got: “Armanca çeteyên DAIŞ’ê ji êrîşa 3’ê Tebaxê qirkirina civaka êzidî ji kokê bû”.

Her wiha Cafer tekez kir kir çeteyên DAIŞ’ê bi êrîşa li ser Civaka êzidî dixwest vîna gelê Kurd bişkîne da ku serokê xwe Erdogan wekî Sultanê Osmaniyan nîşan bidin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê ji Rojavayê Kurdistanê ber bi hawara Civaka Êzidî li Başûrê Kurdistanê ve çûn û ji bo parastin wan ji xeteriya çeteyên DAIŞ’ê seferber bibûn. Bi saya YPG’ê bi hezaran Êzidî ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin.