Kanala ROJAVA TV

JI BER QUTKIRINA AVA ELOK LI HESEKÊ NEXWEŞÎ BELAV DIBIN

Ji ber qutkirina ava stasyona Elok li ser kantona Hesekê; şênî zehmetiyan dikşînin.
li gorî bijîşkên nexweşxaneya gel a Hesekê, ji ber vexwarina ava ne paqij gelek rewşên jehirbûnê rûdane.

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya qutkirina ava stasyona Elok ku ava vexwarinê dide mîlyon û nîv şêniyên Hesekê şerê şêniyan dike.

Li gel bilindbûna pileya germahiyê , şêniyên bajarê Hesekê zehmetiyên peydakirina ava vexwarinê dikişînin û neçar dibin ku ava nepaqij vexwin..

di encama vexwarina ava nepaqij de gelek rewşên jehirbûnê rûdane.

Girêdayî bandorên qutkirina avê li ser şûniyan û bikaranîna ava nepaqij
yek ji bijîşkên nexweşxaneya gel a hesekê Enter Sîno ji Telefizyona me re axivî.

18 Tîrmehê Komîteya Şaredariyan a kantona Qamişlo dest bi însiyatîfa şandina ava vexwarinê ji bajarê Hesekê re kir.

Komîteyê îro careke din 54 tankên ava vexwarinê şandin bajarê Hesekê.