HRRK’Ê ŞEVBÊRKEKE DILSOZIYÊ JI BO EHMED HUSEYNÎ SAZ KIR
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê di bin navê “Êvarê Dilsoziyê ji bo Ehmed Husyenî”, şevbêrkeke çandî, li bajarê Qamişlo li dar xist.
Bi dehan rewşenbîr, nivîskar, lêkolîner û çalakvanên herêma Cizîrê beşdarî şevbêrkê bûn.
Di şevbêrkê de behsa jiyana Helbestvan Ehmed Huseynî û keda wî ya di ber nivîsandin û pêşxistina ziman û edebîyata Kurdî de hat kirin.
Her wiha hat diyarkirin ku rola Ehmed Huseynî, di edebîyata Kurdî herdem mîna stêrkeke geş û ronîdar e.
Helbestvan û nivîskarê Kurd Ehmed Huseynî tûşî nexweşiya penceşêrê bûye û niha di nexweşxaneyên Swêdê de tê dermankirin.