Kanala ROJAVA TV

JI BO SERXISTINA ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ JINÊN HERÊMÊ CANÊ XWE FEDA DIKIN

ROHAT XELÎL – HEVSEROKA ENCUMENA KANTONA QAMIŞLO

Di şoreşa 19ê Tîrmehê de gelek jinên pêşeng şehîd bûn, lê bi şehadeta her jinekê re bi dehan hevrêyên wan ji bo pêkanîna armancên şehîdên xwe ketin nava qadên têkoşînê.

Mînaka vê yekê jî Hevseroka Encumena Kantona Qamişlo Şehîd Yusra Derwêş e, piştî ku ew şehîd bû, îroj Rohat Xelîl rêya têkoşîna ya şehîd Yursa dişopîne.

Rohat Xelîl dibêje, ew ê bibe şopdara rêya Şehîd Yusra Derwêş.

Dewleta Tirk a dagirker ji hêz,vîn û zanebûna jinên damezirînerên Şoreşa 19ê Tîrmehê ditirese, ji lewre herdem wan dike hedef.

Dewleta Tirk bi hedefgirtina jinên pêşeng armanc dike ku şoreşê û projeya Rêveberiya Xweser têk bibe.

Lê bi şehadeta her pêşengekê re bi dehan jin dikevin şûna wan û armancên şehîdan pêk tînin.

Piştî şehadeta Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, Rohat Xelîl ji bo pêkanîna armanc û xeyalên Şehîd Yusra bû hevseroka Encumenê û niha li ser rêya wê têdikoşe.

Rohat Xelîl ji RojavaTV re dibêje, ew ê bibe şopdara rêya Şehîd Yusra Derwêş.

Her wiha Rohat Xelîl tekez kir ku êrîşên dewleta Tirk ti carî têkoşîna wan a ji bo pêkanîna projeya Netewa Demokratîk asteng neke.

Roja 20ê Hizêrana îsal, balafireke dewleta Tirk li ser rêya Qamişo-Tirbespiyê erebeyek bombebaran kir û di encamê de Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş û Endamê Encumenê Firat Tuma şehîd bûn.

Her wiha Hevserokê Encumenê Gabî Şemion ji wê bombebaranê rizgar bû û niha jî her du hevserok bi hevre ji bo pêkanîna armanên şehîdan kar dikin.