JI BER BILINDBÛNA PILEYÊN GERMAYÊ KOÇBERÊN MINBICÊ BÊZAR BÛNE
Koçberên kampa Şerqî ya Minbicê dibêjin, ji ber bilindbûna pileyên germayê, rewşa jiyanî li kampan têk çûye û daxwaz ji rêxistinên mirovî dikin ku alîkariya wan bikin.
Rêveberiya kampê jî diyar dike ku ew li gorî derfetên xwe yên sînordar alîkariyan pêşkêş dikin.
Ev der kampa Şerqî ya bajarê Minbicê ye, ji ber bilindbûna pileyên germayê û nebûna alavên hênikkirinê, azarên koçberan zêdetir didin.
Li vê kampê zêdetirî hezar û 400 malbat dijîn û ligel bilindbûna pileyên germayê, dûpişk jî li kampan belav dibin û jiyana wan dixin metirsiyê.
Koçberên kampa Şerqî ya Minbicê ji Rojava TV re behsa azarên xwe dikin û dibêjin, rewşa jiyanî li kampan têk çûye.
Rêveberiya kampa Şerqî diyar dike ku ew li gorî derfetên xwe yên sînordar alîkariyan pêşkêş dikin, lê ew yek têra pêdiviyên koçberan nake.
Li gorî amarên fermî yên nivîsgeha penaber û koçberan ya Rêveberiya Xweser, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî milyonek koçber di nava 20 kampên fermî de dijîn û bi tenê Rêveberiya Xweser li gorî derfetên xwe, pêdiviyên wan dabîn dike.