ÎRO 7 SAL DI SER KOMKUJIYA BI ÊŞ A QAMIŞLO RE DERBAS DIBIN
Îro 7 sal di ser Komkujiya Qamişlo re derbas dibin, lê heya niha di bîra xelkên Qamişlo û malbatên Qurbaniyan de rojeke bi êş e.
Malbatên Qurbaniyan ji Rojava Tv re axivîn û xwestin ku Çeteyên DAIŞ’ê yên ku komkujî pêk anîn werin darizandin.
Beriya ku Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê tunekirina DAIŞ’ê di aliyê Erdnîgarî de ragihîne, çeteyên DAIŞ’ê li Qamişlo komkujî pêk anîn.
Komkujiya Qamişlo, ji hovtirîn sûcên çeteyên DAIŞ’ê ye ku di 27’ê Tîrmeha 2016’an de pêk hat.
Ev komkujiya hovane bi rêya erebeyeke bombebarkirî pêk hat û di encamê de 62 kes şehîd bûn û zêdetirî 176 şêniyên bajêr birîndar bûn.
Dayika Şehîd Mihemed Zibêda Ferhan, roja komkujiyê wekî rojeke zehmet û bi êş bi nav kir û got ku ew ê tu carî wê rojê ji bîr neke.
Lawê Şehîd Mihemed Seîd Ehmed Mihemed xwest ku Çeteyên DAIŞ’ê yên ku komkujî pêk anîn werin darizandin û got: “wê demê em ê rehet bibin”.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî di 10’ê Hezîranê de ragihandibû ku ew ê dest bi darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî bike, xelkên herêmê jî piştgiriya vê biryarê dikin.