LI REQAYÊ KERTA GEŞTYARIYÊ GEŞTIR DIBE
Li kêleka Kertên din, li bajarê Reqayê kerta geştyariyê jî roj bi roj geştir dibe û daxwazeke zêde li ser vekirina deverên geştyariyê heye.
Rêvebirê nivîsgeha geştyariyê ya bajarê Reqayê Bera’a El- Ûbadî ji Rojava TV re ragihand, ku ji destpêka îsal ve wan zêdetirî 40 ruxsetên geştyariyê pêşkêş kirine.
Her wiha diyar dike, ekîbên wan bi awayekî berdewam serdana wan cihan dikin, da ku çavdêriyê bikin.
Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê bi dehan deverên geştyariyê lê hatine vekirin û ew hejmar berev zêdebûnê ve diçe.