Kanala ROJAVA TV

LI REQAYÊ REWŞA JINAN DI QADA PERWERDEYÊ DE HAT NÎQAŞKIRIN

Encumena Jinên Sûriyê û Yekîtiya Mamosteyên Reqayê, îro bi komxebatekê rewşa jinan a di nava qada Perwerdeyê de nîqaş kirin.
Bi dehan jinên ji nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û çalakvanên jin beşdarî komxebatê bûn.
Di komxebatê de rewşa jinan a di nava sektora perwerdeyê û astengiyên ku jin pê re rû bi rû dimînin, hatin nîqaşkirin.
Her wiha hate gotin, ji ber hişmendiya mêrperest hinek jin di nava civakê de ji mafê xwendinê bê par dimînin û pêwîst e ew hişmendî were jinavbirin.
Beşdaran jî nêrînên xwe parve kirin û tekez kirin ku divê pergaleke wekhev bê avakirin.