Kanala ROJAVA TV

JI BO XUTRKIRINA ASTA MAMOSTEYAN LI REQAYÊ PERWERDEYEK HATIYE VEKIRIN

Komîteya perwerde û fêrkirinê ya bajarê Reqayê, bi armanca xurtkirina asta mamosteyan, xuleke perwerdeyê vekiriye.

Di perwerdeyê de mamoste li ser branş, rê û rêbazên wanedayînê û çawaniya nirxandina xwendekaran têne perwerdekirin.

Li gorî komîteya perwerdeyê mamosteyên kevn û nû cihê xwe di perwerdeyê digrin.

Her wiha armanca wan ew e ku mamoste ji bo sala xwendinê ya nû bêne amadekirin û karînên wan geştir bibin.

Li gorî pergala perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser, mamoste di her navbera havînê de têne perwerdekirin