LI ŞEHBAYÊ KOMKUJIYA TIL ERAN Û TIL HASILÊ HAT ŞERMEZARKIRIN
PARTIYA HEVBENDÎ: PLANA KOMKUJIYÊ LI ENQEREYÊ HAT DANÎN
Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk di salvegera 10’an a Komkujiya Til Eran û Til Hasilê de ku çeteyên Cebhet El- Nusra pêk anîbû, daxuyaniyek da.
Hevbendî komkujiyê bi tundî şermezar dike û dibêje, di encama komkujiya hovane ya çeteyan de derdora 50 welatî şehîd bûn.
Her wiha diyar dike ku, di dema êrîşa çeteyan de, ciwanên herêmê bi çekên sivik li ber xwe dan û dibêje, çeka ciwanan rûmet û redkirina zulmê bû.
Di beşekî din de aşkere dike ku plana komkujiyê ji aliyê MÎT’a Tirk ve hatibû danîn.
Di dawiyê de Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk soz dide malbatên şehîdan ku ew ê sucdaran darizînin û daxwaz ji civaka navdewletî dike ku li hemberî sucên Tirkiyê bêdeng nemînin.