KOMELEYA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ JI BO NÎQAŞKIRINA PEYMANA LOZANÊ PANELEK LIDARXIST
NÊRMÎN ŞEMDÎN- ENDAMA KOMELEYA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
Ji bo nîqaşkirina bandorên Peymana Lozanê û rêgirtina li ber Lozaneke nû, Komeleya Rojavayê Kurdistanê ya Çand û Wêjeya Kurdî li bajarê Qamişlo panelek li dar xist.
Di panelê de azarên ku Kurdan di nava sedsaliya Lozanê de dîtine, hatin vegotin û tekezî li ser avakirina yekîtiya neteweyî hat kirin.
Komeleya Rojavayê Kurdistanê ya Çand û Wêjeya Kurdî ji bo nîqaşkirina sedsaliya Peymana Lozanê û bandorên wê yên li ser Kurdistanê, panelek li bajarê Qamişlo li dar xist.
zêdetirî 70 rewşenbîr, sîyasetmedar û çalakvan beşdar bûn.
Mijarên sereke yên weke Peymana Lozanê û welatên ku tê de beşdar bûne, bandorên wê û çawaniya rê libergirtina Lozaneke nû hatin nîqaşkirin.
Komeleya Rojavayê Kurdistanê diyar dike ku Peymana Lozanê gelek bandorên neyînî li ser ziman, çand û hebûna Kurdan kir.
Di sedsaliya Peymana Lozanê de çavê kolana Kurdî li yekrêziya navmala Kurdî ye û di panela Komeleya Rojavayê KUrdistanê de jî tekezî li ser avakirina yekîtiya Neteweyî hat kirin.