Kanala ROJAVA TV

MALBATÊN GERÎLA LI HEMBER ÊRÎŞÊN LI DIJÎ ÇIYAYÊN AZAD BI HÊRS IN

MALBATÊN GERÎLA: ZAROKÊN ME CANÊ XWE JI BO GEL FEDA DIKIN

Malbatên gerîlayên HPG’ê êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi çekên qedexekirî li dijî Herêmên Parastina Mediya şermezar kirin û gotin: “zarokên me canê xwe ji bo gel feda dikin”.

Artêşa Tirk a dagirker di vê mehê de êrîşên berfireh li dijî Herêmên Parastina Medya zêdetir kirine.

Gerîlayên HPG’ jî di çarçoveya parastina rewa de bersivên tund didin dagirkeriya Tirk.

li ser mijarê malbatên gerîlayan hêrsa xwe anîn ziman û diyar kirin ku gerîla tevî hemû êrîşên li dijî wan pêk tên lê ew bi fedekarî li ber xwe didin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên nukleerî yên taktîkî li dijî herêmên parastina mediya, piştî civîna NATO’yê ya ku vê dawiyê di 12 û 13’ê mehê de li Lîtwanyayê hat lidarxistin, zêde bûn.