ENDAMÊN KONGRA STAR SÛCÊN LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ PÊK TÊN ŞERMEZAR KIRIN
XUNAV XELÎL - XEBATKARA QADA CIVAKÎ YA KONGRA STAR
Li herêmên Sûriyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin gelek sûc li dijî mirovan têne kirin, bi taybet li dijî jinan û zarokan.
Endamên Kongra Star ji Rojava Tv re diyar kirin ku gelek sûc li dijî xelkên herêmên dagirkirî tên kirin lê ti kes dengê xew nake. Her wiha diyar kirin ku armanca çeteyan ji êrîşên li dijî jinan ew e ku vîna jinê bişkînin.
Li herêmên Sûriyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin sûcên kuştin, tecawizkirina jin û zarokan zêde dibin.
Tenê ji destpêka Gulanê ve 2 zarok (10 û 14 salî) ji hêla çeteyan ve hatin tecawizkirin, herî dawî jî jineke Kurd bi destê çeteyan hate kuştin.
Derbarê mijarê de Xebatkara Qada Civakî ya Kongra Star Xunav Xelîl diyar kir ku rojane li heremên dagirkirî li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî tundî li dijî jinan tê kirin.
Her wiha Endama Encumena Kongra Star Litfiya Silêman anî ziman ku dewleta Tirk tehmul nake jinê zane bibîne lewma van sûcên qirêj li dijî jin û zarokan pêk tîne.
Ji dema dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ve dewleta Tirk a dagirker hemû kiryarên dermirovî li wan deveran pêk tîne.
Dewleta Tirk sûcên Kuştin, revandin, tecawizkirin, talankirina xwezayê û gelek kiryarên din pêk tîne