Kanala ROJAVA TV

JI BO SEDSALIYA LOZANÊ SEMÎNEREK LI NAVÇEYA AMÛDÊ HAT DAYÎN

ARŞEK BARAVÎ - HEVSEROKÊ YEKÎTIYA REWŞENBÎRÊN NAVÇEYA AMÛDÊ

Bi boneya derbasbûna 100 salan di ser peymana Lozanê re Encumena navçeya Amûdê semînerek ji Partiyên Yekîtiya Niştîmanî Kurdî re li Sînemeya Amûdê organize kir.
Di semînerê de bi dehan nûnerên Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdî amade bûn.
Destpêkê deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan hat girtin, piştre ji aliyê berpirsê Partiya Çep a Kurdî Celal Mihemed û berpirsê Partiya Yekîtiya Demokratîk li navçeya Amûdê Adil Mele Emîn ve semîner hat dayîn.
Di semînerê de armancên peymana Lozanê hatin nîqaşkirin û ji bo çi bi taybet gelê Kurd ket hedefa vê lihevkirinê de, her wiha ji bo Lozaneke nû dubare nebe partiyên Kurdî çi çareseriyan pêşinyar dikin hat nîqaşkirin.
Piştî semîner bi dawî bû nîqaş ji aliyê kesên beşdar ve hat kirin û hat tekezkirin ku çareseriya yekane ya ji bo rê li pêşiya Lozaneke nû bê girtin hevgirtina pêkhateyên herêmê û li hember êrîşan sekinandin e.