YEKÎTIYA REWŞENBÎRAN A HERÊMA CIZÎRÊ ŞEHÎD RÛKEN OSO BI BÎR ANÎ
Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê şehîd Rûken Ebdulxenî Oso ku di hemleya rizgarkirina Minbicê de şehîd bibû, di salvegera wê ya 7′an de bi bîr anî .
merasîma bîranînê li Parka Xwendinê ya bajarê Hesekê û bi amadebûna malbata şehîd Rûken, endamên Yekitiya Rewşenbîran, endamên saziyên sivîl hate li dar xistin .
di merasîma bîranînê de axaftin hatin kirin û hate gotin ,Bi saya şehîdên ku di oxira parastina pêkhateyên herêmê ji qirêjiya terorê de canê xwe feda kirin ,destkeftiyên Şoreşa Rojava hatin bidestxistin.
merasîm bi Pêşandana sînevîzyonekê li ser jiyana Şehîd Rûken, bi dawî bû.