LI HEMBER TECRÎDÊ Û QEDEXEKIRINA HEVDÎTINA BI RÊBER APO RE, GEL BI HÊRS E
ENDAMÊN KONGRA STAR: BERSIVA LI DIJÎ TECRÎDÊ BELAVKIRINA FIKRÊ NETEWEYA DEMOKRATÎK E
Endamên Kongra Star ên Kantona Şehbayê bertek nîşanî qedexekirina hevdîtina bi Rêber Apo re dan û tekez kirin ku li Îmraliyê mafê girtiyan tê binpêkirin .
jinan banga bilinkirina asta têkoşînê li hember pilanên dewleta tirk kirin.
25 sal in Rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de di bin tecrîdeke giran de ye û ev zêdetirî 2 salan e tu agahî jê nayên girtin .
Careke din Dewleta Tirk a Faşîst li Rêber Abdullah Ocalan ‘cezayê dîsîplînê’ birî, Ev jî ji bo pêkhateyên herêmê fikaran çêdike .
Endamên Kongra Star ên Kantona Şehbayê tecrîd û Qedaxeya Hevdîtina bi rêber Apo re şermezar kirin û destnîşan kirin ku Bersiva herî xurt a li dijî tecrîdê belavkirina fikrê neteweya demokratîk e .
Her wiha Endamên Kongra Star tekez kirin ku li Îmraliyê mafê girtiyan tê binpêkirin .
Li hemberî girankirina tecrîdê û qedexekirina Hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re, li seranserî herêmê û Kurdistanê Çalakiyên Şermezarkirinê têne lidarxistin.
Gel di Çalakiyên xwe de tekez dike ku ew ê bi bilindkirina asta Têkoşînê Azadiya Rêber Apo misoger bikin .