JINÊN HERÊMÊ BANGA AZADIYA RÊBER ABDULLAH OCALAN KIRIN
SALHA KELEŞ - ENDAMA KONGRA STAR A BAJARÊ QAMIŞLO
Di bin dirûşmeya Dem Dema Azadiya Rêber Apo Ye, Kongra Star a Kantonên Qamişlo û Hesekê ji bo şermezarkirina tecrîda giran a li dijî Rêber Abdullah Ocalan mîting lidarxistin
beşdarên mitîngê tekez kirin ku divê jinên herêmê ji bo pêkanîna azadiya Rêber Apo dengê xwe bilind bikin.
Di bin dirûşmeya Dem Dema Azadiya Rêber Apo Ye, Kongra Star a Kantona Qamişlo û Hesekê ji bo şermezarkirina tecrîda giran a li dijî Rêber Abdullah Ocalan mîting lidarxistin.
Mîtinga Kantona Qamişlo li statgeha Heysem Kiço bi beşdarbûna bi dehan jinan pêkhat.
Di mîtingê de li ser navê Rêveberiya Xweser û Koordînasyona Kongra Star axaftin hatin kirin û tezek kirin ku ew weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo didomînin.
beşdarvanên mitîngê ji RojavaTV re gotin divê jinên herêmê ji bo pêkanÎna azadiya Rêber Apo dengê xwe bilind bikin.
di mîtinga bajarê Hesekê de jî Endama Encumena Malbatên Şehîdan Fatma Ehmed axivî û got dewleta Tirk ev 25 sal in Rêber Abdullah Ocalan ji hemû mafên wî yê sereke bêpar hiştiye .
beşdarên mîtingê destnîşan kirin ku tecrîda li dijî Rêber Apo li dijî tevahî pîvanên mirovahiyê ne .
Mîtinga li bajarê Qamişlo û li bajarê Hesekê bi dirûşmeyên Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Îmralî û bi tilîyên dayîkan bi dawî bû.