Kanala ROJAVA TV

KOMÎTEYA ŞAREDARIYAN A QAMIŞLO BI DEHAN SÎTÊRÊN AVÊ ŞANDIN HESEKÊ

MESÛD YÛSIF- ENDAMÊ KOMÎTEYA ŞAREDARIYAN A KANTONA QAMIŞLO

Komîteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo vê sibehê bi destpêşxeriyekê zêdetirî 40 sîtrên avê şandin kantona Hesekê.

Ava ku ji bo welatiyan hatî şandin, bi rêzê li malan hate belavkirin û biryar e ev destpêşxerî bi kêmanî heya dawiya demsala havînê berdewam bike.

Hevdem ligel bilindbûna pileyên germayê û qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve azarên welatiyên Hesekê zêdetir dibin.

Komîteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo weke çareseriyeke lezgîn vê sibehê bi hemahengiya ligel Rêveberiya Kantona Hesekê bi dehan sîtêrên avê şandin bajêr.

Komîteya şaredariyan armanc dike ku azarên welatiyan di vê tîna germayê de piçekî kêmtir bibin û li gorî agahiyan dê ev destpêşxerî heta dawiya demsala havînê bidome.

Li gorî şaredariya Gel a Hesekê di roja yekem a destpêşxeriyê de zêdetirî 40 sîtêrên av gihaştin bajêr û li ser welatiyan hatin belavkirin.

Li gorî agahiyên gerînedeya avê ya Hesekê ji dema dagirkirina Serê Kaniyê ve dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 40 caran ava stasyona Elokê qut kiriye.