DI NAVA ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ DE JIN DI ALIYÊ XWESERBÛN Û XWEPARASTINÊ DE
DENÎZ DERYA – YEK JI FERMANDARÊN YPJ'Ê
Yek ji armancên şoreşa 19’ê Tîrmehê azadiya jinê û vejandina rola wê di dayîna biryaran, xweparastin û avakirina civakek azade bû.
Yek ji fermandarên YPJ’ê Denîz Derya dibêje Di nava 11 salan ji şoreşê de jinê dikarîbû xweseriya xwe bi dest bixe, hem artêşbûyîna xwe ava bike û parastina xwe jî bike.
RAPOR
Bi pêşengtiya jinên herêmê Şoreşa 19’ê Tîrmehê dest pê kir û destkeftiyên mezin bi dest xistin, Lewma navê Şoreşa Jinê xweş lê tê.
Di nava Şoreşa 19’ê Tîrmehê de ku armanca wê pêkanîna şoreşa zihniyetê û avakirina kesayetên azad e, jin roleke sereke di hemû qadan de lîst.
Denîz derya yek ji fermandarên YPJ’ê ye, 11 salan ji rola jinan di şoreşê de dinirxîne û dibêje, beriya şoreşa 19’ê tîrmehê jin bi hemû rengan rastî îşkenceyê dihat, jinê pêwîstî dît ku artêşa xwe ava bike û parastina xwe bi xwe bike.
Denîz Derya da xuyakirin ku di şoreşa 19’ê Tîrmehê de YPJ’ê hêz û îradeya jin a veşartî bi riya artêşbûnê derxist holê, dijmin her car hêza jin hedef digire, ji ber ku dizane dê jin desthilatê têk bibe.
Ji bo avakirina kesayeta jina azad û vegerandina rola wê ya pêşengiyê jî jin xwe di hemû sazî û astan de birêxistin kir, gelek navend, sazî û malên jinan hatin avakirin û xweseriya xwe di aliyê girtina biryaran de girt.