Kanala ROJAVA TV

ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ, ŞOREŞA AZADIYA GELAN E

BÊRÎVAN XALID - HEVSEROKA ENCUMENA CÎBICÎKAR A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

Bi boneya 11’emÎn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Hevseroka Encumena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid ji RojavaTV re axivî û got, Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi saya têkoşîn û berxwedana gelê herêmê 11 salan li pey xwe dihêle.

RAPOR

Têkildarî 11’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hevseroka Encumena Cibcîkar a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid ji RojavaTV re nirxandin kir.

Bêrîvan Xalid di serî de 11’emîn salvegera Şoreşê li gelê herêmê pîroz kir û got, Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi saya têkoşîn û berxwedana gelê herêmê 11 salan li pey xwe dihêle.

BÊRÎVAN XALID: 11’EMÎN SALVEGERA ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ LI GELÊ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ PÎROZ BE

Her wiha Bêrîvan Xalid soz da gelê herêmê ku ew ê destkeftiyên di van salên şoreşê de hatin bidestxistin biparêzin.

BÊRÎVAN XALID: EM SOZ DIDIN GELÊ XWE KU EM Ê DESTKEFTIYÊN ŞOREŞA XWE BIPARÊZIN

Ji bo lawzkirina Rêveberiya Xweser dewleta Tirk a dagirker di nava dem û demekê de damezrînerên pirojeya Rêveberiya Xweser hedef digire, herî dawî jî balafireke dewleta Tirk 20’ê Hizêrana îsal erebeya Encumena Kantona Qamişlo li ser riya Qamişlo-Tirbespiyê bombebaran kir û di encamê de Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş û endamê encumenê Firat Tuma şehîd bûn.