Kanala ROJAVA TV

INSIYATÎFA NÛN: TIRKIYÊ JI FIKRÊ RÊBER APO DITIRSE JI BER WÊ RÊ LI BER DIGIRE

Berdevka Însiyatîfa Nûn a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Sewsen Şoman diyar kir ku dewleta Tirk bi kirinên xwe yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan hemû zagonên navneteweyî bin pê dike her wiha anî ziman ku pergalên serdest ji ramanê azad ditirsin, lewra bi hemû rêbazan hewl dide rê li ber belavbûna ramanê Rêber Abdullah Ocalan bigire.

Berdevka Însiyatîfa Nûn a Azadiya Ocalan Sewsen Şoman têkildarî pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê ji ANHA’yê re axivî.

Sewsen Şoman anî ziman ku Dewleta Tirk li ser esasê bêdengkirin, şikandina pênûsa muxalefetê û biryarên yekalî ava bûye.

Sewsen Şoman bi bîr xist ku dewleta Tirk êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, operasyonên qirkirinê li dijî tevahî alîgirên PKK’ê pêk tîne û ji vê zêdetir kesên ku daxwaza mafên xwe yê ziman û nasnameyê dikin bi propagendaya terorê tawanbar dike. Sewsen anî ziman ku tawan ne di cih de ne û tu bingeh jê re tune ne.

her wiha bal kişand ser tecrîda girankirî û “Cezayê dîsîplînê” ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêber Abdullah Ocalan ferz dike û wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker her carê hewl dide van cezayan nû bike da ku ragirtina Rêber Abdullah Ocalan rewa nîşan bide. Di heman demê de Dewleta Tirk rêbertî bi tecrîdê ji tevahî mafên ku di qanûnên mafên mirovan de hatine diyarkirin, bêpar bihîle”.

Sewsen Şoman destnîşan kir ku pergalên serdest ji ramanê azad ditirsin, lewra bi hemû rêbazan hewl dide rê li ber belavbûna ramanê Rêber Abdullah Ocalan bigire.

Her wiha anî ziman ku tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan berdewama Komploya Navneteweyî ye ku sala 1998’an dest pê kir û got, tecrîd di aliyê qanûnî û mirovahî de nayê qebûlkirin.

Berdevka Însiyatîfa Nûn a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Sewsen Şoman destnîşan kir ku dewleta Tirk nahêle girtiyên siyasî agahiyan werbigirin û hevdîtinên parêzeran qedexe dike û got: “gelek mafên din ên girtiyên siyasî wekî dayîna îfadeya xwe di demeke nêz de, agahdarkirina malbata xwe bi cihê ku lê hatiye ragirtin, mafên têkilî û serdanê yê malbatê bin pê dike”.