ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ 11 SALÊN TIJÎ SERKEFTIN LI PEY XWE DIHÊLE
OMERO ZEYAB - RÊVEBIRÊ NIVÎSGEHA TÊKILIYAN A PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ
Rêveberên Reqa dibêjin, bi saya hevgirtina gelê herêmê û Rêveberiya Xweser destkeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê hatin parastin.
Her wiha diyar dikin, bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re hişmendiya mêrperest û paşverû têk çû.
Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku bi saya fedekariyên mezin agirê azadiyê ji bo gelên bindest hil kir, 11 salên xwe tijî dike.
Li erdnîgariya ku mafên gelan lê dihate çewisandin, piştî avabûna Rêveberiya Xweser pêvajoyeke nû ya azadiyê dest pê kir û nûnertiya tevahî gelan kir.
Rêveberên bajarê Reqayê dibêjin, bi saya hevgirtina gel û Rêveberiya Xweser, planên têkbirina destkeftiyên şoreşê vala derdikevin.
Di demekê de ku şoreşa 19’ê Tîrmehê derbasî sala xwe ya 12’an dibe, dewleta Tirk êrîşên xwe dijwartir dike, lê soz û peyama gel her dem mezinkirina berxwedaniyê ye.