Kanala ROJAVA TV

ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ, ŞOREŞA LI DIJÎ SIYASETA ÎNKARKIRINA GELAN E

HISÊN OSMAN - HEVSEROKÊ ENCUMENA CÎBCÎKAR A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

Têkildarî 11’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê Hevserokê Encumena Cibcîkar a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hisên Osman ji RojavaTV re axivî û salvegera şoreşê li gelê herêmê pîroz kir.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca bidestxistina maf û azadiya xwe 19’ê Tîrmeha sala 2012’an li dijî sîstema desthilatdar a rêjîma Bass şoreşeke lidarxist.

Di vê şoreşê de pêkhate û netewên li herêmê bi hevgirtin û yekîtiya xwe sîstema desthildar li herêmê hilweşandin û li şûna wê Rêveberiya Xweser a ku mafê hemû pêkhatiyên herêmê diparêze ava kir.

Têkildarî 11’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê Hevserokê Encumena Cibcîkar a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hisên Osman ji RojavaTV re axivî û salvegera şoreşê li gelê herêmê pîroz kir.

Her wiha Osman got Rêveberiya Xweser yek ji berhemên giranbûha yên şoreşa 19’ê Tîrmehê ye.

Dewleta Tirk bi zêdekirina êrîşan û Hikumeta Şamê bi dorpêçkirina li dijî herêmê hewil didin projeya Rêveberiya Xweser têk bibin lê kombûna gel li dor rêveberiya xwe hewildanên wan vala derdixe.