LI ŞEHBAYÊ JI BO PEYMANA LOZANÊ PANELEK HATE LI DAR XISTIN
BEŞDARÊN PANELÊ: ME DI PANELÊ DE BANDORÊN PEYMANÊ LI SER GELÊ KURD GOTUBÊJ KIR
Bi nêzhatina Sedsaliya Peymana Lozanê, Partiyên Siyasî yên Şehba xomxebatek li dar xistin, û tê de gelek mijarên Têkildarî peymana Lozanê hatin nîqaşkirin .
Panel bi diruşma Peymana Lozanê û encamên wê yên li ser Kurdan û gelên herêmê û sererastkirina rêya wê bi projeyeke demokratîk, hate li dar xistin .
Tê de Bi dehan nûnerên partiyên siyasî, endamên desteyên sivîl , encûmen û sendîkayan, rewşenbîr û lêkolînerên doza kurdî, amade bûn .
di Panelê de 3 mijarên wekî, Pênaseya Peymana Lozanê, Bandora Lozanê li ser Gelê Kurd û gelê Herêmê û Îradeya gel a têkbirina Peymana Lozanê, hatin gotubêjkirin .