Kanala ROJAVA TV

ROLA PÊKHATEYA SURYAN DI ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ DE

GABIRYÊL ŞEMÛN - CÎGIRÊ ENCUMENA RÊVEBER A RÊVEBERIYA XWESER GABIRYÊL ŞEMÛN: PÊKHATEYA SURYAN BEŞDARÎ DANÎNA PEYMANA CIVAKÎ A DESTPÊKÊ BÛ

11 Sal Di Ser Destpêkirina Şoreşa 19’Ê Tîrmehê Re Derbasdibin Ku Di Wê Şoreşê De Pêkhateyên Herêmê Rêveberiya Xweser Damezrandin Û Xeta Xwe Diyar Kirin
cîgirê encumena rêveber a rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê sûriyê gabiryêl şemûn behsa rol û misyona gelê siryanî di nava şoreşê de dike

Şoreşa 19’ê tîrmehê li bakur û rojhilatê ku ji bo azadî , jiyana hevbeş , biratiya gelan û xilasiya ji sîstema desthilatdar destpêkir ,

mîna mozayîkekê bû ku bi wê re tevahî pêkhateyên herêmê ku di serdema rêjîma desthilatdar de hatibûn paşguhkirin hatin gel hev û rêveberiyek xweser avakirin û bihevre çarenûs û riya xwe diyar kirin

Di navde pêkhateya xiristiyan ji stûnên sereke yên şoreşê bû û di her qadê de lipêş bû û cih girt

Derbarê de cîgirê encumena rêveber a rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê sûriyê gabiryêl şemûn behsa rol û misyona gelê siryanî di nava şoreşê de dike

gabiryêl şemûn dibêje şoreş ji gelê siryanî re ku bi sedê salan hate înkar kirin bû ilhamek û bi riya wê mafê xwe bidest xist

11 sal di ser şoreşa 19’ê tîrmehê re berbas dibin û dê derbasî sala xwe ya 12’an bube û tevî tevahî planên qirêj , êrîş û şerê taybet li dijî wê tê meşandin , pêkhateyên herêmê bi israrin destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin û dest ji hevjiyanê bernedin û bighêjin armancên xwe