Kanala ROJAVA TV

ŞANDEKE KATALONÎ SERDANA GERÎNENDEYA AVÊ YA HESEKÊ KIR

Ji bo şopandina qutkirina ava Stasyona Elokê û rewşa welatiyan, îro şandeke katalonî serdana gerînendeya avê ya Hesekê kir.

Şandeya katalonî tekez kiriye ku ew ê sûcên dewleta Tirk belge bike û pêşkêşî aliyên peywendîdar bike.

JI ber qutkirina ava stasyona Elokê azarên welatiyên Hesekê zêdetir dibin û çavên wan li rêyên çareseriyê ne.

Di pêşhateke nû de ji bo şopandina rewşa welatiyên Hesekê, îro şandeke katalonî serdana Gerînendeya avê ya bajarê Hesekê kir.

Şande ji endamê parlementoya Katalonya Roben Wagnisbirg û nûnerên wî pêk dihat û ji aliyê gerînendeya avê ya Hesekê ve hate pêşwazîkirin.

Şandeya katalonî rewş ji nêzîk ve şopand û dê sûcên Tirkiyê belge bike û pêşkêşî aliyên peywendîdar bike.

Gerînendeya Avê ya bajarê Hesekê dibêje, wan ji şandeyê daxwaz kiriye ku stasyona Elokê bikeve jêr çavdêriya hêzên navdewletî de.

Li gorî agahiyên Gerînendeya Avê ya Hesekê ji dema dagirkirina Serêkaniyê ve, Tirkiyê zêdetirî 40 caran av qut kiriye û nêzîka milyon û nîvek welatî niha di nava krîza bê aviyê de dijîn.