Kanala ROJAVA TV

ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ LÊVEGEREK MIROVAHÎ DI ROJHILATA NAVÎN DE ÇÊKIR

Bi nêzbûna salvegera 11’emîn ya şoreşa 19’ê Tîrmehê rêveberên kanton û encumenên Efrîn û Şehbayê diyar kirin ku ji destkeftiyên vê şoreşê, damezirandina Rêveberiya xweser bû.

Her wiha diyar kirin ku vê rêveberiyê dikarîbû bibe kilîta çareseriyê li Sûriyê.

Di sala 2012’an de Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir, vê şoreşê xwe spart xeta sêyemîn ya parastina gelên herêmê.

Ev yek jî derfeteke dîrokî ji bo gelê herêmê bû.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê hişt ku hemû dewletên hegemonî bi awayekî hovane li dijî vê şoreşê derkevin.

Li hemberî hemû astengiyan gelên herêmê dikarîbûn bi hev re xwîna xwe bikin yek û destkeftiyên mezin bi dest bixin.

Cîgirê hevserokatiya kantona Efrîn û Şehba Cemal Reşîd ji Rojava Tv re got Şoreşa 19’ê Tîrmehê lêvegera mirovatiyê di Rojhilata Navîn de bû.

Endama Encumena rêveber a kantona Efrîn û Şehbayê Bêrîvan Xelîl jî da xuyakirin ku yek ji destkeftiyên vê şoreşê damezirandina Rêveberiya Xweser e ku dikare bibe çareserî ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê ne tenê ji bo pêkhateya Kurd, ji bo pêkhateya Ereb, Tirkmen, Siryan û Ermen jî bû hêviya pêkvejiyaneke nû.

Lewma jî Şoreş bi navê şoreşa gelan, jinan, baweriyan û ciwanan hate binavkirin.