Kanala ROJAVA TV

ŞEHÎDÊN BERXWEDANA 14’Ê TÎRMEHÊ LI HERÊMÊ Û KURDISTANÊ HATIN BIBÎRANÎN

LI KOBANÊ ŞEHÎDÊN BERXWEDANA 14'Ê TÎRMEHÊ HATIN BI BÎRANÎN

Bi boneya Salvegera 41’emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin, li seranserî Herêmê û Kurdistanê Çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.

Gel di çalakiyên xwe de soza Şopandina Riya Şehîdan dan.

Bi boneya Salvegera 41’emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin, li seranserî Herêmê û Kurdistanê Çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.

Encumena Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê ji bo bîranîna berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin Alî Çîçek, Kemal Pîr, Akif Yilmaz û Mihemed Xeyrî Dûrmûş civînek lidarxist.

Civîn bi dirûşma “Bi rihê Berxwedana 14’ê Tîrmehê em ê biserkevin” li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê hat lidarxistin.

Malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî yên herêma Firatê jî di nav de bi dehan şênî beşdarî civînê bûn.

Di bîranînê de mûm li ber wêneyên şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê hatin pêxistin.

Paşê sînevîzyonek li ser Berxwedana 14’ê Tîrmehê û nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên derbarê rola şehîdan de hat pêşandan.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê jî bi pêşandana Sînefizyonekê Şehîdên berxwedana 14’ê Tîrmehê hatin bi bîr anîn.

Di kesayeta şehîdên 14’ê Tîrmehê de ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyeke rêz hat girtin.

Piştî rêzgirtinê sînevîzyonek li ser jiyan, kesayet û tekoşîna şehîdên 14’ê tîrmehê hat pêşandan.

Bîranîn bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin û ‘Berxwedan Jiyan e’ bi dawî bû.

Li Kerkûkê bi dirûşemeya ‘Bi ruhê 14’ê Tîrmehê tecrîdê bişkînin û cenga azadiyê serbixe’ şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn.

Di merasîma Bîranînê de semînerek li ser berxwedana 14’yê Tîrmehê hate dayîn.

Piştî semînerê sînovîsyonek hat Pêşandan, marasîma bîranînê bi dirûşmeyên Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana 14’ê Tîrmehê û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.