Kanala ROJAVA TV

AZARÊN XELKÊ HESEKÊ JI BER QUTKIRINA AVA ELOK ZÊDE DIBIN

Xelkên bajarê Hesekê zehmetî û azarên ku ji ber qutkirina avê dikşînin tînin ziman û dibêjin ,her ku diçe rewşa dijwartir dibe.

Her wiha Hevserokê Gerînendeya avê ya Kantona Hesekê Îsa Yûnis jî diyar kir ku ji bo çareserkirina Pirsgirêka Ava hesekê, wan dest bi pirojeyekê kirine .

Dewleta Tirk a dagirker ji dema ku bajarê Serêkaniyê sala 2019`an dagir kiriye , ava stasyona Elok bi dehan caran qut kiriye.

Avê wek çekekê li dijî xelkê herêmê bi kar tine, û Di encamê de zêdetirî milyonek kes bê av dimînin.

Şêniyên Hesekê neçar dimînin ku ava vexwarinê bi 12 hezar heta 15 hezar lîryên sûrî ji sahrîcan bikirin. Ev jî barên wan girantir dike .

Xelkên Hesekê diyar kirin ku ji ber qutkirina berdewam ya ava stasyona Elok, azarên wan zêdetir dibin.

Hevserokê Gerînendeya avê ya Kantona Hesekê Îsa Yûnis jî ji rojava Tv re diyar kir ku ji bo çareserkirina Pirsgirêka Ava hesekê, wan dest bi pirojeyekê kirine .

Gerînedetiya Avê ya Hesekê 3 yê Tîrmehê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber qutkirina ava stasyona Elok ji aliyê dewleta Tirk ve, bajarê Hesekê tevî navçe, bajarok û gundên wê wekî herêmên karesatê hatine ragihandin .

Her wiha diyar kir ku Dewleta Tirk çavkaniyên avê dagir kirine û nahêle ku av bigihîje kesên ku pêdiviya wan pê heye .