LI REQAYÊ ÇALAKIYEK JI BO ZAROKÊN BI NEXWEŞIYA ŞEKIR HATE LIDARXISTIN
Doh li bajarê Reqayê Yaneya Zarokên bi Nexweşiya Şekir, çalakiyek ji bo zarokan lidarxist.
Di çalakiyê de zarokên bi nexweşiya şekir, malbatên wan û endamên yaneyê beşdar bûn.
Li gorî rêveberên yaneyê armanca wan ew e ku psîkolojiya zarokan rihet bikin û enerjiya wan ya pasîf rakin.
Di çalakiyê de zarokan govend gerandin û leystokên ku moralên wan bilind dikin, lîstin.
Rêveberiya yaneyê bi rêya van çalakiyan armanc dike ku jîngeheke tendurist ji bo zarokên nexweş dabîn bike.