Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERIYA REQAYÊ SERDANA NAVENDÊN PÊŞKÊŞKIRINA EZMÛNAN KIR

RÊVEBERIYA REQAYÊ: EM SERKEFTINÊ BO TEVAHÎ XWENDEKARAN DIXWAZIN

Rêveberiya Sivîl a Reqa û komîteyên wê serdana navendên pêşkêşkirina ezmûnên xwendina azad kir û piştevanî da xwendekaran.

Ev çar roj in xwendekarên refên 9 û 12’an li Reqa dest bi pêşkêşkirina ezmûnên xwendina azad kirine.

Îro, komîteya karûbarên civakî, komîteya ciwan û werzîşê bi hemahengiya ligel komîteya perwerdeyê ya Reqa serdana navendên pêşkêşkirina ezmûnan kirin.

Komîteyên Rêveberiya Sivîl a Reqa porseya pêşkêşkirina ezmûnên xwendina azad şopandin û moral dane xwendekaran.

Xwendekarên Reqa li gorî pergala perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser ezmûnên xwe pêşkêş dikin.