Kanala ROJAVA TV

DEM NÊZ E SED SAL DI SER PEYMANA LOZANÊ RE DERBAS BIBE

FERHAN HAC ÎSA: YÊN HERÎ ZÊDE AZAR JI BER PEYMANA LOZANÊ KIŞANDIN, GELÊ KURD BÛN

Di demeke nêz de Sed sal di ser Peymana Lozanê re derbas dibe.
Têkildarî mijarê Endamê gîştî ya partiya Sûriya pêşerojê yê herêma Firatê Ferhan Hac Îsa têkildarî mijarê ji Rojava Tv re nirxandin kir.

Ferhan Hac Îsa diyar kir ku yê herî zêde êş û azar ji ber peymana lozanê kişandin, gelê Kurd bûn.

Dem nêz dibe Sed sal di ser Peymana Lozanê re derbas bibe, di peyamana Lozanê de Kurdistan bi ser dewletên Tirkiyê, Iraq, Suriyê û Îranê de hat parçekirin.

Îsal sedsaliya peymanê temam dibe. Lê dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe yên li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê de dewam dike.

Endamê partiya Sûriya pêşerojê yê herêma Firatê Ferhan Hac Îsa têkildarî mijarê ji Rojava Tv re nirxandin kir.

Ferhan Hac Îsa diyar kir ku yê herî zêde êş û azar ji ber peymana lozanê kişandin, gelê Kurd bûn

Ferhan Hac Îsa tekez kir ku Erdogan dixwaze di sedsaliya Peymana Lozanê de Impratoriya Osmanî zindî bike.

Gelê Kurd dibînin ku Peymana Lozanê rê li ber Perçebûna Kurdistanê vekir û bandorên Peymanê heta Roja îroj dewam dike.

gel dibêje ku ew ê rê nedin ku Lozaneke nû dubare bibe.