Kanala ROJAVA TV

MSD’Ê JI BO ŞÎROVEKIRINA BIRYARA 2254 LI REQAYÊ KOMXEBATEK LI DAR XIST

Nivîsgeha Jin a Encûmena Sûriya Demokratîk, îro li Reqayê ji bo şîrovekirina biryara 2254 a têkildarî çareserkirina aloziya Sûriyê komxebatek li dar xist.

Komxebat bi beşdariya Nûnerên sazî û rêxistinên jinan li hola civînan a Komîteya Perwerdeyê ya Reqayê hat lidarxistin.

Di komxebatê de biryara 2254 a Encumena Ewlekariyê bi berfirehî hate şîrovekirin.

Her wiha hate gotin, ew biryar ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê girîng e.

Beşdarên komxebatê jî nêrînên xwe parve kirin û tekezkirin ku divê Sûriyeke nenavendî were avakirin.