LI REQAYÊ BEŞÊ DERMANKIRINA NEXWEŞIYA PENCEŞÊRÊ HATE VEKIRIN
EL- CEBER: DÊ NEXWEŞXANE BI AWAYEKÎ BÊ BERAMBERÎ XIZMETÊ PÊŞKÊŞ BIKE
Komîteya Tenduristiyê ya bajarê Reqayê beşê dermankirina nexweşiyên penceşêrê vekir û dê nexweşane bi awayekî bê beramber derman bike.
Li gorî komîteya tenduristiyê armanca wan ew e ku rê li pêşiya çûna ji bo deverên dûr bigrin û barê nexweşan siviktir bikin.
Komîteya Tenduristiyê ya bajarê Reqayê beşekî taybet ji bo dermankirina nexweşiya penceşêrê li nexweşxaneya Niştimanî ya bajêr vekir.
Li gorî komîteya tenduristiyê, dê nexweş bi awayekî bê beramber bêne dermankirin û li gorî derfetan dê xizmetên tenduristiyê yên pêwîst bêne pêşkêşkirin.
Armanca vekirina nexweşxaneyê ew e ku rê li pêşiya çûna ji bo herêmên dûr bê girtin û barê nexweşan û malbatên wan siviktir bibe.
Di nexweşxaneyê de derman ji bo tevahî cureyên penceşêrê hene û niha dest bi proseya dermankirinê hatiye kirin.
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî derfetên xwe hewl dide sektora Tenduristiyê geş bike û bi awayekî berdewam li herêmên cuda navendên tenduristiyê vedike.