24’Ê TÎRMEHÊ SED SAL DI SER PEYMANA LOZANÊ RE DERBAS DIBIN
Siyasetmedarên bajarê Reqayê diyar kirin ku Peymana Lozanê a ku sed sal di ser re derbas dibe, li gorî daxwazên Tirkiyê herêm parçe kir.
Her wiha destnîşan kirin ku xelkên herêmê bi rêgezên neteweya demokratîk ji bo yekîtiya Rojhilata Navîn û vegerandina parçebûnê hewldanên xwe dikin.
24’ê Tîrmehê wê sedsaliya Peymana Lozan ku sala 1923’an li Swîsra hate îmzekirin û Kurdistan bi ser çar dewletan de parçe kir, temam bibe.
Derbarê mijarê de siyasetmedarên bajarê Reqayê axivîn.
Berpirsê Nivîsgeha Têkiliyên Partiya Sûriya Pêşerojê Mensûr El-Şêx anî ziman ku eger lozaneke din çêbibe wê ruxandineke giştî li Welatên Erban û Rojhilata Navîn pêk were.
Her wiha Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk li Reqayê Xazî El-Yasîn bal kişand ser hewldanên wan ji bo pydakirina çareseriyan ku yekîtiya axa Sûriyê pêk bînin û got: “Em hewl didin ku bi riya projeya netewa demokaratîk yekîtiya axa Sûriyê û Rojhilata Navîn bi dest bixin”.
Di 6’ê vê mehê de ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk komxebatek bi navê “Lozan: Rastkirin û çareserkirina pirsgirêkên aramî û ewlehiya herêmî” hate lidarxistin.
Di Komxebatê de zêdetirî 150 siyasetmedar, hiqûqnas û lêkolînerên kar û barên Rojhilata Navîn beşdar bûn.
Ev komxebat 2 rojan dewam kir.
Beşdarên komxebatê gihane komeke pêşniyar û daxwazan ku dikarin doza kurdî û pirsgirêkên ewlehî û aramîyê çareser bikin û bi encamnameyekê bi dawî bû.