ŞÊNIYÊN KOBANÊ BI XWEPÊŞANDANEKÊ TECRÎD ŞERMEZAR KIRIN
XWEPÊŞANDÊR: HETA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO EM Ê LI QADAN BIN
Şêniyên Kobanê û Tebqayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO xwepêşandanên girseyî li dar xistin û tekez kirin ku heya azadiya fîzîkî ya Rêber APO ew ê li ber xwe bidin.
Li seranserî herêmê ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan xwepêşandanên girseyî bi rê ve çûn.
Li bajarê Kobanê bi hezaran kes herikîn qadan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO kirin.
Xwepêşandanê ji Qada Jina Azad dest pê kir û li Çerxerêya Aştiyê veguherî mitîngê.
Di xwepêşandanê de dirûşmeyên ku pesna xweragirî û têkoşîna Rêber APO didin, hatin berzkirin.
Her wiha li ser navê PYD’ê axaftin hate kirin û tê de hate gotin, planên qirêj ên dewleta Tirk yên li dijî Kurdistanê berdewamiya tecrîdê ne.
Li bajarê Tebqayê jî bi heman armancê bi hezaran kesî herikîn qadan û tecrîda li dijî Rêber APO şermezar kirin.
Xwepêşandê li taxa Yekem dest pê kir û li taxa duyem a bajêr veguherî mitîngê.
Xwepêşandêran wêneyên Rêber APO bilind kirin û bi berdewamî sloganên bê serok jiyan nabe, berz kirin.
Di xwepêşandanê de endama rêveber a Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Nûr El Hefinî bi navê şêniyên Tebqayê daxuyaniyek xwend.
Di daxuyaniyê de hate gotin armanca dewleta Tirk a dagirker têkbirina vîna gelên azadîxwaz e.