GEL Û CIWANÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO DAKETIN QADAN
Gel û ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di nava çalakiyan de ne.
Doh êvarî jî xelkên Efrînê li herêma Şehba û Ciwanên Şoreşger li bajarê Qamişlo bi dirûşmeya “Bê Serok Jiyan Nabe” daketin qadan û tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kirin her wiha daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca şermezarkirina tecrîda giran a li dijÎ Rêber Abdullah Ocalan û bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di nava çalakiyan de ne.
Doh êvarî jî xelkên Efrînê li herêma Şehba û Ciwanên Şoreşger li bajarê Qamişlo bi dirûşmeya “Bê Serok Jiyan Nabe” daketin qadan.
Xelkên Efrîn û Şehbayê li ser rêya di navbera gundê Til Qirah û Kampa Serdemê ya navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê de kom bûn û dest bi meşê kirin.
Meş li qada sereke ya Kampa Serdemê rawestiya û veguherî mitingê.
Li aliyekî din di bin dirûşmeya “Ciwan Fedayî Rêber Apo Ne” Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekîtiya Jinên Ciwan meşeke lidarxistin.
Meş bi beşdarbûna bi dehan ciwan ji pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo dest pê kir û li pêş navenda NY a li Qamişlo veguherî mitingê.
Di mitingê de Endamê Rêveberiya Tevgerê, Şervan Ehmed axivî û tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got ku ew ê wekî ciwan bi hêza xwe tecrÎda li zindana Îmralî bişkÎnin.
Şervan Ehmed di dawiyê de got tecrîda li dijî Rêber Apo, tecrîda li dijî gelê Kurd e.
Her wiha tekez kir ku dê ciwanên herêmê heta pêkanÎna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di nava çalakiyan de bin.
Miting bi dirûşmeyên Bijî Serok Apo bi dawî bû.