KONGRA OL Û BAWERIYAN A MEZOPOTAMYA BI ENCAMNAMEYEKÊ BI DAWÎ BÛ
Kongreya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê bi dirûşma “Bi biratiya olan em nirxên mirovahiyê bilind dikin” li Hesekê bi beşdariya zêdetirî 300 oldar, nûnerên taîfe û baweriyên li herêmê, Rojhilata Navîn û cîhanê lidar ket û bi encamnameyekê bi dawî bû.
Di encamnameyê de bangên ji bo rakirina tecrîda li dijî rêber Abudllah Ocalan hat kirin.
Kongreya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê bi dirûşma “Bi biratiya olan em nirxên mirovahiyê bilind dikin” hat lidarxistin û bi Encamnameyekê bi dawî bû.
Encamname ji aliyê Hevseroka Kongreya Îslama Demokratîk Delal Xelîl ve hate xwendin.
Li gorî daxuyaniya kongreyê xalên encamnameyê, wiha bûn:
Pêşxistina nirxên civakî ku nirxên mirovahiyê bi cih tînin.
Firehkirina daîreya têkiliyan bi kesayet û aliyên têkildar re ji bo ku piştgiriyê bidin vê mezhebê û wê bikin bingeha tevahî têkiliyên di navbera pêkhateyên cuda de.
Derxistina kovarekê bi navê kombûnê bi zimanên Kurdî, Erebî û Inglîzî.
Kombûn, her du salan carekê kongreya xwe li dar dixe.
Ji bo yekkirina xîtaba aştiyane ya olî, lidarxistina panel û dewreyên perwerdeyê ji bo oldaran.
Li gorî pêwîstiyê û derfetan, avakirina nivîsgehên kombûnê li derve û hundirê herêmê.
Hewldanên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê hatin silavkirin ku li gelek bajaran di nav de Lozan heye panelan lidar dixe û bang li tevahî sazî û navendên cuda yên olî, rêxistin û desteyên cîhanê bê kirin da ku erkên xwe yên mirovî û exlaqî bi cih bînin û rewşa înkarkirina hebûna gelê Kurd ji holê rabe.
Divê dewletên sponserên lihevkirina Lozanê, desteyên navneteweyî û navendên birîna biryara cîhanî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas bikin, da ku ev tevna civakî û tabloya muzeyîk were parastin.
Her wiha Bang li saziyên olî û kesayetên li cîhanê hat kirin ku ji bo bidawîkirina tecrîda li dijî ronakbîr û Rêber Abdullah Ocalan dengê xwe bilind bikin.
Di dawiya encamnameyê de wiha hate gotin: “Em hêvî dikin ku ev kongre, ji bo bicihanîna rêgezên biratiyê di navbera bawermend û baweriyên cuda de, yên bi biratiya mirovî û jiyana hevbeş bawer in, dehfek be”.