LI HEMBER TECRÎDA LI DIJÎ RÊBER APO, GEL BI HÊRS E
AYŞE EFENDÎ - RÊVEBERA ENCUMENA MALBATÊN ŞEHÎDAN A HERÊMA FIRATÊ
Rêveberên Encumena Malbatên Şehîdan ên Herêma Firatê Siyasetên Qirêj ên dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û tekez kirin ku ew ê bi berxwedana xwe azadiya rêber APO misoger bikin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok beşdarî bernameya taybet a Stêrk TV` bû û Agahî di derbarê Rewşa Rêber Abdullah Ocalan de parve kir.
Ok bi bîrxist ku dewleta Tirk û rêveberiya Îmraliyê tecrîdeke giran li dijî rêber Apo ferz dike û di demên berê de nameyên gefxwarinê yên bê nav û bê navnîşan dane Rêber Abdullah Ocalan.
Ev yek rastî hêrs û bertekên gelê kurd û dostên wan hatiye.
Rêvebera Encumena Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Ayşe Efendî têkildarî mijarê diyar kir ku dewleta Tirk bi Girankirina tecrîdê, dixwaze vîna gel bişkîne.
Her wiha Rêveberê Encumena Malbatên Şehîdan ê Herêma Firatê, Adil Hacî Siyasetên Qirêj ên Dewleta Tirk li dijî Rêber Apo şermezar kir û tekez kir ku ew ê bi berxwedana xwe azadiya rêber APO misoger bikin.
Li hember Nameyên gefxwarinê ku dewleta Tirk dabû Rêber Abdullah Ocalan li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Çalakiyên Şermezarkirinê têne lidarxistin.
Gel di Çalakiyên xwe de tekez dike ku heta Pêkanîna Azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ew ê têbikoşin.