Kanala ROJAVA TV

MSD’Ê BI KOMXEBATEKÊ ROLA CIWANAN A DI KARÊN NIŞTIMANÎ DE NÎQAŞ KIR

SABIT EL - CEWHER - ENDAMÊ DESTEYA RÊVEBER A MSD'Ê

Encumena Sûriya Demokratîk îro li bajarê Reqayê ji bo nîqaşkirina rola ciwanan a di karê niştimanî de, komxebat li dar xist.

Komxebat di bin sernavê “Ciwan û Rolên Wan Di qadên xebatê yên niştimanî de” hat li dar xistin.

Bi dehan çalakvanên sivîl û rêxistinên civaka sivîl ên serbixwe beşdarî komxebatê bûn.

Beşdarên komxebatê diyar kirin ku, MSD’ê ji bo fêrbûna rastiya ciwanên Sûriyê û pêşxistina çareseriyên pratîkî ji pirsgirêkên ciwanan re li pey hev semîneran li dar dixe.

Encumena Sûriya Demokratîk MSD’ê her hefte komxebat û çalakiyan li dar dixe û mijarên ku gelê Sûriyê eleqedar dikin, gotûbêj dike.